Fatih Gazioğlu
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Li Bîngolê ji ber barana gur ku ev demeke dibare hezaz çêbû. Ji ber hezazê rêya gundê Aşagikoyê hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, ji ber barana gur li ser rêya gundê Aşagikoyê hezaz çêbû û rê hat girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr dest bi xebatan kir û rêya gund ji çûnûhatinê re vekir.
Ji ber hezazê li ser rê hin ciyan çal çêbûn.