Ahmet Aydın
11 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2019
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêşwazî li Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Muhemmed Elî Hekîm, Wezîrê Berevaniyê Neceh Şemmerî û Serokê Îstixbarata Neteweyî Mustefa Kazimî kir.
Di qebûla ku li Kulliyeya Serokomariyê birêve çû de, Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar û Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Hakan Fîdan jî amade bûn.