İbrahim Atmaca
10 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2019
Dîmenên 15 Tîrmehê yên ku cara ewil dertên, li dijî hewla îxanetê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) berxwedana navdar a gel nîşan dide.
AA gihîşt dîmenên şeva 15ê Tîrmehê û di dîmenan da eskerên derbekar di saet 21.52yan da diçin ser pireyê û heta 06.15an paşê teslîm dibin. Di nav 8 saet û 23 deqîqeyan da çi qewimiye, hemû nîşan dide.
- Dîmen cara ewil dertên
Di dîmenan da eskerên derbekar ji aliyê ku meriv ji Anadoluyê derbasî Ewropayê dibe, rêya Pireya Bogazîçiyê digrin. Ji ber ku rê tê girtin, wesayît rêz dibin û welatiyên ku haya wan ji tiştekî tuneye, li bendê dimînin. Welatî ji wesayîtên xwe peya dibin û diçin cem eskerên çekdar. Eskerên derbekar ji welatiyan ra dibêjin "Eskeran dest danî ser rêvebiriyê" û wan ji pireyê dûr dixin.
Piştî tê fêmkirin FETO hewl dide ku derbeyeke xayîn bike, welatî li ser bangewaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya "Derkevin kuçeyan" berê xwe didin pireya ku hatiye îşxalkirin.
Li ser pireyê bi fermana fermandarê derbekar welatî bi guleyên xayînan birîndar dibin û welatiyên din wan dibin nexweşxaneyan.
Erol Olçok û kurê wî Abdullah Tayyîp Olçok, polês Kemal Tosunê ku serokatiya eskortên bimotorsîklet ên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî tê da bi tevahî 34 kes li Pireya Bogazîçiyê şehîd dikevin, 318 kes jî dibin xazî.