TBMM
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ji bo pêvajoya çareseriyê got: "Pêvajoya çareseriyê baş didome. Em wisa bawer dikin ku em ê bi ser kevin. Tirkiye heke ji belaya terorê ya ku gelek tişt bi me daye windakirin xelas bibe dê ji gelek astengiyan bifilite. Tirkiye dê ji astekê derbas bibe û hemû mirovên me wê dîsa bibin wek bira.
Arinç diyar kir ku ew rexneneyên der barê civîn û xeberdanên li Diyarbekirê û pêvajoya çareseriyê de qebûl nake û wiha dewam kir: "Ev tiştên ku bi dengê bilind li serê tên xeberdan li çar aliyê Tirkiyeyê dikin pêlîstoka siyasetê. Ew tiştên ku em dikin li gor me rast in. Tiştên ku niha diqewimin jî vê baweriya me piştrast dikin. Lewra ev demek e ku dengê kuştinan, mirinan, mayinan û teqînan nayê. Êrîş li qereqokolên me nayên kirin. Tiştê duyemîn jî ew e ku gel piştgiriyê dide pêvajoyê. Ez wisa difikirim ku kesên ji Bakûrê Iraqê hatin, ji wê dera û yan jî ji vê dera qet ferq nake, yanî ew kesên ku piştgiriyê didin divê mirov li ber nekeve. Ew ji aliyê gel ve tên qebûl kirin. Ji ber vê jî ez dixwazim ku bibêjim him rexneyên BDPê û him jî rexneyên MHPê yên der barê pêvajoyê de fehm dikim. Lê hewce nake ku em li ser heman tiştan dîsa nîqaşê bikin. Niha pêvajoya çareseriyê baş didome. Em wisa bawer dikin ku em ê bi ser kevin. Heke ev pêvajo biçe serî Tirkiyeyê ji gelek astengiyan xelas bibe û hemû merivên me dê dîsa bibin wek bira."
Parlementerê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Hakkariyê Adîl Zozanî ji bo kesên ku di bûyerên li Geverê mirin de gotibû heke ew kes terorîst bin ez jî terorîst im lewra wan dengê xwe da min.
Arinç li ser vê gotinê jî sekinî û got: "Bi rastî min hetanî îro tiştekî wiha qet nebihîstibû. Yanî li Yuksekovayê 2 kes mirin û paşê kesekî din jî mir. Ev bûyerên nexweş in. Xwezî tiştekî wiha pêk nehata nemiriyana lê mirin. Temam hema wisa bibêjin ku ew terorîst bûn. Gelo rast e ku mirov bibêje 'Wana dengê xwe dabû min û ez jî terorîst im.' Him wan ji li ku dengê xwe dan te, ez nizanim lê kesên dengê xwe dane me jî hene. Di nav merivên dengê xwe dane me de heke hin kes sûc bikin gelo dibe ku em jî bibêjin em jî wekî wan in. Hilbijêr baş in, xerab in, lê ez wisa difikirim ku ji vê derê bi vî şeklî ji hilbijêrên Hakkariyê re silav şandin qet bi kêrî pêvajoyê nayê."