03 Mijdar 2019•Rojanekirin: 04 Mijdar 2019
Di operasyona li kirê Licêya Diyarbekirê da terorîstekî din jî hat berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da li kirê Licêyê tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyê ya Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê operasyon li dar xist.
Di operasyona ku niha jî dewam dike da terorîstekî din jî hat berterefkirin.
Bi vî awayî, bi yên ku duh êvarê hatin berterefkirin va hejmara terorîstên berterefkirî derket 4an.