18 Gulan 2016•Rojanekirin: 18 Gulan 2016
ANKARA
Li Daglicaya herêma Hekariyê operasyona esmanî hat kirin û jetan bi îsabet li hedefên tesbîtkirî dan. Li heman herêmê li dijî mensûbên rêxistina terorê operasyon hat kirin û 10 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiya ku hat hildan, di 16ê gulanê da li çil û çiyayê herêma Daglicayê li texma Tepê Îşangeyê jetan kozika hewanê ya rêxistina terorê îmha kir. Duhê jî li herêma Avaşîn/Basyanê harekata esmanî hat kirin û hedef hatin lêxistin.
Li Daglicayê di operasyonên 16 û 17ê gulanê da 10 terorîst hatin kuştin.
Di operasyonan da bataryayên ÇNRAyê jî hatin bikaranîn û sê têrorîstên ku xwe di şikeftê da veşartibûn hatin kuştin. Hat tesbîtkirin ku yek jê nîşandar bûye.
Di şikeftê da doçkayek, tivingeke kanasê, keleşkofek, jeneratorek û gelek alav hatin bidestxistin.