Sertaç Bulur
11 Tebax 2022•Rojanekirin: 13 Tebax 2022
Wezareta Karên Navxweyî li Diyarbekirê bi beşdarbûna 1054 personelî va operasyona Eren Abluka-33yan da destpêkirin
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da, ji bo ku PKKya rêxistina terorê ji rojeva welêt were derxistin û seba berterefkirina terorîstên li gor nirxandinê li herêmê sitar bûne operasyona narkoterorê ya Eren Abluka-33yan ya Hanî/Bîrlîk-Akçayurtê bi beşdarbûna 1054 personel û 68 tîmên operasyonê va dest pê kir.
Di roja ewil a operasyonê da li taxên Bîrlîk û Akçayurtê yên ser Hanê ne 51 dever hatin kontrolkirin û di encama xebatê da 21,2 kîlogram esrar û milyonek û 773 hezar kok jî kinf û 200 hezar jî koka nebata skunkê hat bidestxistin.
Ji bo ku li welêt teror bi temamî ji rojevê rabe operasyonên Eren Abluka tên kirin û ev operasyon bi piştgiriya welatiyan wê biryardarî dewam bikin.