
DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş, li Navenda Çandê ya Cigerxwîn a Şaredariya Kayapinarê piştî civîna Meclisa Partiyê ya BDPê pirsên rojnamevanan yên der barê pêvajoya çareseriyê de bersivand.
Demirtaş wiha axivî: "Em niha di pêvajoyê de behsa xitimandinê nakin. Lê hikumet gavên ku divê biavêje navêje û ne cidî ye. Şûna ku li ser meselê kûr bifikire, yek alî difikire û ya xwe dide pêş. Ev jî dibe ku pêvajoyê bixitimîne. Em hikûmetê hişyar dikin. Em di hevdîtinan de çi dibînin, wê dibêjin. Niha di pêvajoyê de xitimandin tuneye lê wiha here dibe ku bixitime. Em ji niha ve bang dikin. Divê hikûmet bi tevgereke cidî li ser meseleyê bisekine, yek alî tevnegere, pakêteke hevpar û berfireh amade bike. Ya rast ev e."
Demirtaş, diyar kir ku odeya Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê guherî û ew neqlî cihekî mezintir bû. Demirtaş wiha got: "Ode, odeya ku Ocalan di sala 1999an de tê de dima ye. Ya rast hucre ye. Cihê wî yê nû, ji hucreya wî ya berê çend metreyan mezintir e. Ne odeyeke nû an jî cihekî nû ye. Girtîgeha Îmraliyê bi serê xwe sîstemeke tecrîtkirinê ye. Heta ku birêz Ocalan li wir bimîne, ev tecrîtkirin dê dewam bike. Divê Îmralî bê girtin, hêviya me ev e. Guherîna li wir ji bo tenduristiya wî piçekî baş e, lê ne çareseriyeke mayînde ye."
Demirtaş li ser mijara wêneyên ku li Îmraliyê hatine kişandin jî sekinî û wiha got: "Li Îmraliyê wêne hatin kişandin, lê em nizanin dê kengê bidin me."
Demirtaş li ser vekêşina PKKê jî wiha got: "Divê mirov li ser hejmaran zêde nesekine. Pevçûn sedî sed qediyan û tu kes namire. Gel ji vê kêfxweş e, ji bo pêvajoyê piştgirî heye. Ji ber vê divê hikûmet gavan biavêje. Birêz Serokwezîr divê herî zede li ser vê mijarê bisekine. Parlemento dê vebe, hilbijatin heye. Hikûmet divê vê demê baş bi kar bîne, bi me re û bi muxalefetê re hevkariyê bike. Divê li gor daxwazên gel tevbigere. Heke wisa bike tu aciziya me dê nemîne. Lê heke wisa tevnegere fikara me dê zêde bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.