Önder Beyter
01 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2019
Nefera yekemîn a îtfaiyeyê ya Agiriyê Gamze Uysal Înce bi serkeftin û serfiraziya xwe va hempîşeyên xwe yên mêr jî serbilind dike.
Gamze Uysal Înceya Altalyayî ya 26 salî hê dema zarok bû, ew yek xeyal dikir ku însanan biparêze û di tengasiyan da biçe hawara wan. Înceyê piştî ku Beşa Rêveberiya Alîkariya Bilez û Afatê ya Zanîngeha Çanakkale Onsekîz Martê qedand, li heman zanîngehê di qada Perwerde û Birêvabirina Afatê da dest bi lîsansa bilind kir.
Înceya ku di vê demê rastî îlana wergirtina neferên îtfaiyeyê hat, serîlêdana xwe çêkir. Piştî ku serîlêdana Înceyê hat pejirandin, wê 2 sal berê li Şaredariya Agiriyê dest bi peywirê kir.
- Pêşdarazên wekî "ji jinan nefera îtfaiyeyê nabe" pûç kir
Ji destpêkê pê va hevalên şixul ên Înceyê ji kar û emelê wê razî û memnûn bûn û bi xîreta wê jî serbilind bûn. Înceyê bi vî awayî pêşdarazên hin însanan ên wekî "ji jinan nefera îtfaiyeyê nabe" pûç kir.
Înceya ku nefera yekemîn a îtfaiyeyê ya Şaredariya Agiriyê ye û bi vê yekê va jî serbilind e, ji peyamnêrê AAyê ra got, ji ber ku wê dixwast bi kêrî însanan were, lewma wê pîşeya nefertiya îtfaiyeyê hilbijart.
- "Ez ji karê xwe gelekî hez dikim"
Înceyê diyar kir ku wê ji bo vê yekê perwerdeya xwe di vî warî da kir û lîsansa xwe ya bilind temam kir û wiha pê da çû:
"Ez ji karê xwe gelekî hez dikim. Ez gelekî ji pîşeyê xwe hez dikim. Hem gava min beşa xwe ya zanîngehê hilbijart û hem jî gava min terciha xwe ya tayînê da, ez bi girîngiya îtfaiyeyê ya li hemû dinyayê beled bûm û min wisa terciha xwe da. Ez hem evîndarê peywira xwe û hem jî evîndarê pîşeyê xwe me. Ez li Agiriyê nefera yekemîn a îtfaiyeyê me. Serê ewil bi gel ecêb dihat. Gava îtfaiyevana jin didîtin, pêşiya wesayîtê dibirîn û digotin 'ma kê îtfaiyevana jin dîtiye, tiştekî wisa dibe?'. Lêbelê çawa ku li her derê xweş e, li vê derê jî xweş e ku meriv nefera îtfaiyeyê be."
Înceyê bal kişand ku karê îtfaiyeyê, pîşeyeke pîroz e û wiha dewam kir, "Ji ber ku em jiyana însanan û herwiha ewlehiya can û malê wan diparêzin. Ji ber vê çendê jî ez ji Antalyayê rabûm û hatim Agiriyê û ev yek li min zor jî nehat. Lewra ez hatim vê derê da ku peywira xwe bikim."
Neferê îtfaiyeyê Kadir Aktaş jî diyar kir ku hevpîşeya wê Înce gelekî xwedî pêşk e û karê xwe baş dike û wiha dewam kir, "Divê neferên jin ên îtfaiyeyê li çar aliyê Tirkiyeyê hebin. Xanima Gamze bipêşk e û ehlê karê xwe ye. Em bi xebata xanima Gamzeyê serbilind in."