Haydar Şahin
01 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2019
Li Mêrdîna bi nirxên dîrokî û berhemên çandî va wekî navenda turîzmê ye dest bi mehsereya tiriyên mezrone yên tehmeke wan a cuda heye kirin.
Mêrdîna bi erdê xwe yê bi ber û bereket va bi sedan salan ji bo gelek şaristaniyan bû çavkaniya debarê di hilberîna tiriyan da li Tirkiyeyê di nav 5 bajarên sereke da cî digre. Li bajêr di tebaxê da dest bi mehsereya tiriyan dikin û hetanî dawiya mijdarê dewam dikin. 23 cure tiriyên li bajêr derdikevin dibin şirîniya devê gelê bajarê qedîm.
Li Omerliya bi tiriyên xwe tê zanîn dest bi mehsereya tiriyên "mezrone" yên bi aromaya xwe ya cuda tên zanîn kirin.
Husamettîn Altindagê Şaredarê Omerliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li bajêr 23 cure tiriyên di şert û mercên organîk da hêşin dibin hene û par 30 hezar ton tirî kom kirin.
Altindag destnîşan kir ku li Omerliyê ji tebaxê hetanî dawiya mijdarê qasî 4 mehan mehsereya tiriyan dewam dike û wiha got: "Di nav tiriyan da yên xwarin û şerbetê jî hene, yên ji bo bastêq, dimis û komeyan jî hene."
- Navçeya navê xwe yê tiriyan hildide
Altindag got ku Omerlî navê xwe ji tiriyan hildide û li Tirkiyeyê kêm cî navê xwe ji tiriyan hildidin û wiha pê da çû: "Ji vê herêmê ra dibêjin 'Mehserte'. Mehserte bi Erebî tê meneya ciyê li mehsereya tiriyan tê kirin. Ji ber vê bi sedan salî li vê derê tirî derdikevin. Dibe ku li dinyayê tiriya aromaya wê herî xweş 'mezrone' be. Di Seyahetnameya Ewliya Çelebî da jî navê vê tiriyê heye."
Altindag got armanca wan ew e ku bi projeyên çêbikin va bi tirî û xurekên ji van tiriyan tên hazirkirin va Omerliyê têxin "paytextê tiriyan" û ew ê di hefteya ewil a cotmehê da "Festivala Çand Turîzm û Mehsereya Tiriyan" li dar bixin.
- Li erdê dêm organîk hêşin dibin
Beşîr Temîz cotkar got kesên ku vê tiriyê tehm dikin dixwazin her tim bixwin.
Temîz got ji ber ku li erdê dêm bê av hêşin dibe tehma vê tiriyê xweş e û wiha axivî: "Em avê nadin û derman nakin bi rêyên organîk hêşin dikin."
Mehmet Akdoganê cotkar ê li Omerliyê wekî "profesorê tiriyan" tê zanîn destnîşan kir ku bi rê û rêçikên ji kal û bavan mane va tiriyan organîk hêşin dikin.
Akdogan diyar kir ku axa navçeyê ji bo rêzên tiriyan gelekî kêrhatî ye û wiha pê da çû: "Em rêzê tiriyan av nadin. Tehma mezroneya li ciyên wekî zozanên bilind hêşin dibe ji tehma hemû tiriyên din cudatir e.
Akdogan got ji bo cureya mezrone ji her aliyên Tirkiyeyê siparîşan hildidin.