Tirkiye

Encama "Anketa Hêviya Enflasyonê" ya îlonê ya AA Fînansê hat eşkerekirin

Ekonomîstên beşdarî Anketa Hêviya Enflasyonê ya AA Fînansê bûn li bendê ne ku Endeksa Bihayê Xêrîdaran (TUFE) di îlonê da ji sedî 1,34 zêde bibe

Haydar Şahin  | 01.10.2019 - Rojanekırın : 02.10.2019
Encama "Anketa Hêviya Enflasyonê" ya îlonê ya AA Fînansê hat eşkerekirin

Istanbul

 Ekonomîstên beşdarî Anketa Hêviya Enflasyonê ya AA Fînansê bûn li bendê ne ku Endeksa Bihayê Xêrîdaran (TUFE) di îlonê da ji sedî 1,34 zêde bibe.

TUÎKê daneyên enflasyona meha îlonê di 3yê cotmehê roja pêncşemê da eşekere bike, beriya eşkerekirina daneyan encama anketa ku AA Fînansê bi beşdariya 14 ekonomîstan çêkiribû hat eşkerekirin.

Li gor anketê, kêmzêde rêjeya hêviya enflasyonê ya ekonomîstan bû ji sedî 1,34. Hêviya enflasyona meha îlonê ya ekonomîstên beşdarî ankete bûn herî kêm ji sedî 0,98, herî zêde jî ji sedî 1,65 derket.

Hêviya ji bo enflasyona dawiya 2019an a ekonomîstan jî kêmzêde ji sedî 12,99 derket. Hêviya ji bo enflasyona dawiya salê herî kêm ji sedî 9,80, herî zêde jî ji sedî 13,93 derket.

Li gor ya (ji sedî 1,34) hêviya ji bo enflasyona meha îlonê ya ekonomîstan, tê hesabkirin ku li gor enflasyona meha tebaxê ya ku ji sedî 15,01 bû enflasyona salane ew ê dakeve ji sedî 9,64an.

Enflasyona tebaxê li gor meha beriya xwe ji sedî 0,86 zêde bibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.