Jiyan

Tiriyên "Deşta Îdirê"

Li Îdira ku ji ber avûhewa û erdnîgariya xwe jê ra dibêjin "Çukurovaya Rojhilatê" bi salan berê dev ji rêzên tiriyan berdabûn û hindik mabû tirî bihatina jibîrkirin. Li bajêr dîsa rêzên tiriyan datînin

Haydar Şahin  | 26.03.2019 - Rojanekırın : 28.03.2019
Tiriyên "Deşta Îdirê"

Iğdır

Li Îdira ku ji ber avûhewa û erdnîgariya xwe jê ra dibêjin "Çukurovaya Rojhilatê" bi salan berê dev ji rêzên tiriyan berdabûn û hindik mabû tirî bihatina jibîrkirin. Li bajêr dîsa rêzên tiriyan datînin.

Fakulteya Zîraetê ya Zanîngeha Îdirê di çarçoveya projeya 5 sal e didomîne da li ser cureyên tiriyan ên li Îdirê dihatin danîn xebitî û di xebatên xwe da hat asta dawîn.

Ji ber avûhewaya li Îdirê gelek cure mêwe, sebze û xububat hêşin dibin, biryar hat dayîn ku 11 cureyên tiriyan ên li herêmê dihatin danîn dîsa li herêmê daynin.

Di vê çarçoveyê da cureyên elhaqî, eskerî, emcek, kişmîşên sor, kişmîşên sipî, mîsqal, mîsqalê nêr, haçabaş, dawa berxê, yezandayî û kerîm gandî danîn baxçeyê li wargeha Zanîngeha Îdirê.

Tirî li vê derê zehf baş hêşin bûn û li ser vê heman cure tirî li eraziyê Huseyn Guneşê li gundê Ozdemirê dijî jî hatin danîn.

Doç. Dr. Sadiye Peral Eydurana Hîndekara Fakulteya Zîraetê ya Zanîngeha Îdirê diyar kir ku ji bo tiriyên Îdirê yên ku genetîka wan xiran bûne dîsa vegerînin eslê wan dixebitin.

- "Armanca me ew e ku piştgiriyê bidin cotkaran"

Eyduranê diyar kir ku Îdir berê bi tiryan dihat zanîn û wiha axivî: "Di salên borî da cureyên tiriyan kê bûn. Armanca me ew e ku cureyên hatine jibîrkirin dîsa bi dest bixin. Di vê çarçoveyê da em dixebitin ku cotkarên me eleqeyê nîşan bidin û em li herêmê rêzên tiriyan zêde bikin."

Eyduranê destnîşan kir ku berê li Îdirê gelek rêz hebûn û wiha pê da çû: "Nika li Îdirê rêzên tiriyan gelekî kêm in. Armanca me ew e ku piştgiriyê bidin cotkarên xwe. Di xebatên xwe da em hewl didin ku genetîka cureyan li eslê xwe bisekine. Li vê derê cureyên gelekî baş ên wekî elhaqî, kişmîşên sor, kişmîşên sipî hene. Em dixwazin van li tevahiyê Tirkiyeyê belav bikin."

- "Ji bo cotkariya herêmê dibe ku bibe hêvî"

Huseyîn Guneşê rêzên tiriyan danî baxçeyê xwe jî got ku di salên 1970yan da li nîvê eraziyên Îdirê tirî dihatin danîn û di dawiya salên 1970yan da ev sekinî.

Guneş diyar kir ku Zanîngeha Îdirê li ser cureyên tiriyan dixebite û wiha axivî:

"Îro li baxçeyan rêzên tiriyan gelekî kêm in. Ji bo piştgiriyê bidim projeya zanîngehê min serî lê xist. Ji bo pêşxistina rêzên tiriyan ez ê ji gundiyan ra pêşniyazan bikim. Dibe ku ev ji bo cotkariya herêmê bibe hêvî. Li Îdirê gelek mêwe hene, înşaellah rêzên tiriyan jî ew ê zêde bibin û tevkariyê bidin aboriyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın