Haydar Şahin
09 Sibat 2021•Rojanekirin: 10 Sibat 2021
Li nêzî Girê Mirazan 4 roj berê hesinekî mezin (monolît) di erdê da çikandî hatibû dîtin û îro şeveqê winda bû, gelê herêmê şaş û metel ma.
Li Taxa Orencikê ya 20 kîlomêtre li dûrî navenda bajêr di 5ê sibatê da hesinekî mezin hatibû çikandin û welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî hesin dabûn. Îro şeveqê hat dîtin ku hesin di ciyê xwe da tune.
Fuat Demîrdîlê xwediyê zeviyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku hesinê mezin 4 roj bi destê kesên nayên zanîn danîbûn zeviya wî.

Demîrdîl got nizanin ku çima hesin di zeviya wî da çikandine û wiha axivî: "Em nizanin ku gelo ji bo danasînê danîn an ji bo reqlamê danîn. Me îro şeveqê dît ku hesin li ciyê xwe tune. Welatî jî hê nizanin meneya wî hesinî çi ye."
Hasan Yildizê ji gelê gund jî destnîşan kir ku hesin êvarê li ciyê xwe bû lê şeveqê li wê derê tunebû.
Yildiz got li bendê ne daxuyaniyeke mijarê eşkere dike were dayîn û wiha pê da çû: "Fikra me ew e ku hesin ji bo reqlamê danîn wê derê. Bi saya vê taxa me jî hat danasîn."
- "Du roj e her kes mereq dike"
Ahmet Kaçar jî diyar kir ku piştî hesinê li zeviyê hat dîtin eleqeya nîşanî gund didin jî zêde bû.
Kaçar diyar kir ku roj e ji her alî ziyaretvan tên gund û wiha axivî:
"Tu kes nizane hesin kêrî çi tê. Dema ji rayedaran dipirsin jî kes nizane. Çend roj e her kes mereq dike. Em nizanin ji bo çi anîbûn vê derê. Waliyê me jî hat vê derê, lêkolîn kir. Em nizanin gelo ji bo reqlamê yan ji bo tiştekî din anîn vê derê. Lêbelê ji bo danasînê gelekî kêr hat. Lêbelê em ji ber eleqeyê kêfxweş bûn. Îro şeveqê hildane birine."