Abdullah Tel
09 Sibat 2021•Rojanekirin: 09 Sibat 2021
Li Dîkîlî, Seferîhîsar û Urlaya navçeyên Îzmirê 87 jê ber bi alî behra alî Tirkiyeyê va hatibûn şandin bi tevahî 123 penaber ji nav behrê hatin xilaskirin.
Ji ekîbên ewlehiyê raq xeber hat ku di nav behra li alî Urlayê da motora boteke ji lastîkê xerabûye û ekîbên Ewlehiya Peravê jî çûn cihê qal tê kirin û 36 penaberên di botê da bûn derxistin peravê.
Li navçeya Dîkîliyê jî 87 penaberên di du botên ji lastîkê da bûn ji alî hêzên Yewnanistanê ber bi behra alî Tirkiyeyê va hatibûn tehndan û ew jî ji alî ekîbên Ewlehiya Peravê va hatin xilaskirin.
Muamleyeên penaberên ku derxistin peravê piştî qediya ew sewqî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr hatin kirin.