Tirkiye

Meha Remezanê di 19ê Sibatê da dest pê dike

Fırat Taşdemir  | 15.02.2026 - Rojanekırın : 15.02.2026
Meha Remezanê di 19ê Sibatê da dest pê dike

Ankara

Remezana ku seba Misilmanan pir girîng e û ji her sê mehên pîroz meha dawî ye, wê 19ê Sibatê roja pêncşemê dest pê bike.

Nimêja terawîhê ya ewil wê 18ê Sibatê roja çarşemê were kirin, şeva 19ê Sibatê paşîva ewil wê were xwarin û êvara heman rojê wê fitar were vekirin. Şeva Qedrê wê di 16ê Adarê da were îdraqkirin, Eyda Remezanê jî wê di 20ê Adarê da dest pê bike û were pîrozkirin.

Lijneya Payebilind a Karên Dîn a Serokatiya Kar û Barên Diyanetê mîqdara fitreyên îsal wekî 240 lire kifş kir.

Pisporê Lijneya Payebilind a Karên Dîn Omer Tîryakî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku remezan meha îbadet, piştevanî û alîkariyê ye û wiha dewam kir:

"Pêxemberê me Hz. Muhemmed di vê mehê da gelekî Qur'an xwendiye û muqabele kiriye. Misilman li gorî suneta Pêxemberê me çendîn esr in di meha remezanê da xitim li dar xistine, di mizgeftan da ketine îtiqafê, înfaq û sedeqeyên xwe zêde kirine û di warê piştevaniya civakî da bûne mînakên herî baş."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.