Li Wanê ji bo çûkên beyanî 1,5 ton genim danîn çolterê
Van
Li Erdîşa navçeya Wanê ji bo çûkên beyanî yên ji ber berf û sermayê nikarin qût peyda bikin, li cihên diyar 1,5 ton genim danîn çolterê.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ekîbên Serokatiya Daîreya Zabiteyê ji bo çûkên beyanî yên ji ber berf û sermayê nikarin qût peyda bikin, xebat meşand.
Ekîban li Parqa Xwezayî ya Benda Masiyan a Erdîşê, dora fabrîqeya şekir, Parqa Gel a Ataturk a Sala 100em, Baxçeyê Gel û Rêya Qeraxê 1,5 ton genim danî.
Hat diyarkirin xebatên parastina jîyana kovî û domandina hevsengiya xwezayî dê bên berdewamkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
