Abdullah Tel
28 Îlon 2020•Rojanekirin: 29 Îlon 2020
Li Dargêçita navçeya Mêrdînê du malbatên ku 3 sal berê di nav wan da şer û pevçûn qewimî bû û neyar bûn bi navbeynkariya rayedaran va li hev hatin.
Zarokên du malbatên xizmên hev ên û li Taxa Sumerê dijîn bi hev ra pevçûbûn û bi beşdarbûna mezinan va mesele mezin bûbû.
Ji bo dawî li vê neyarê bê Qeymeqamtiya Dargêçitê, Şaredariya Dargêçitê û Serokê Bajêr ê HUDA PARê li ser meseleyê sekinîn.
Bi herdu aliyan ra hevdîtin hat kirin û paşê jî ji bo lihevanîna malbatan li maleke şînê ya li navçeyê civat rûnişt. Qeymeqam Dogan Kemelek, Şaredar Mehmet Cuneyt Aksoy, Serokê Bajarê Mêrdînê yê HUDA PARê Îsmaîl Çevîk, Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeyê Bînbaşi Aydin Aktaş, Miftiyê Navçeyê Taha Seyîdoglu, rû spîî pêşîkêş û malbatên li hev hatin di civatê da bûn.
Qeymeqam Kemelek piştî tîlaweta Quranê axivî û got ku ji bo tişteke wiha bi xêr hatine bal hev û ew bi vê yekê gelek kêfxweş bûne û wiha pê daçû: "Xeta ji bo merivan dibêje. Tiştê mirov dike mirov jî ev in ya lazime mirov ji wan tiştan para xwe hilda. Ez ji hemû kesên di vê aştiyê da xwedî ked in ra spas dikim."
Şaredar Aksoy, Miftî Seyîdoglu jî axivîn û gotin ku Xwedê ji herdu malabatan jî razî be ku dawî li vê neyariyê anîn û ji kesên beşdar bûn ra jî spas kirin.