17 Nîsan 2016•Rojanekirin: 18 Nîsan 2016
MARDIN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da polêsek şehîd bû û 3 polês jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, operasyona ku li navçeyê ji bo ku girtina terorîstan, tijîkirina çalên ku terorîstan kolane, rakirina barîkatan, îmhakirina teqemeniyên veşartî, parastina ewlehiya can û malê welatiyan di 14ê adarê de hatibû destpêkirin, berdewam dike.
Li Taxa Abdulkadîr Paşa ya ku hêzên ewlehiyê lê xebatên lêgerînê dikin, teqemeniyên bidestçêkirî yên ku terorîstên PKKyî li wir bi cîh kiribûn hatin teqandin. Di teqînê da 4 wezîfedarên ewlekariyê bi giranî birîndar bûn.
Polês rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, yek wan ji polêsên birîndar tevî hemî midaxaleyê şehîd bû.