04 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
MARDÎN
Li Dêrika navçeya Mêrdînê, terorîstên PKKyî, bi otomobîleke bombebarkirî, êriş birin ser Fermandariya Qereqola Cendirmeya Uçyolê, di êrîşê da eskerek şehîd ket, 6 esker jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, di êrîşa ku endamên PKKya rêxistina terorê bi otomobîleke bombebarkirî, li dijî Fermandariya Qereqola Cendirmeya Uçyolê li dar xistin da, eskerek şehîd ket, 6 esker jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Qiziltepeya navçeya Mêrdînê. Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya yek ji wan birîndaran giran e.
Ji aliyekî din va Waliyê Mêrdînê Omer Faruk Koçak li nexweşxaneyê serdana birîndaran kir.