11 Gulan 2016•Rojanekirin: 12 Gulan 2016
MARDÎN
Walîtiya Mêrdînê ragihand, li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di operayona ser PKKya rêxistina terorê ya cihêxwaz da 361 terorîst hatin kuştin, 325 barîkat hatin rakirin, 28 çal hatin dagirtin û 833 teqemeniyên destî hatin îmhakirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku li navçeyê di 14ê adarê da ji bo dagirtina çalan, rakirina barîkatan, îmhakirina bombeyan, pêkanîna ewlehiya can û malê welatiyan operasyon hat destpêkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat ragihandin:
"Di çarçoveya operasyonê da heta îro 361 terorîst hatin kuştin, 325 barîkat hatin rakirin, 28 çal hatin dagirtin û 833 teqemeniyên destî hatin îmhakirin. Di operayonê da 59 mensûbên me yên ewlekariyê gihîştin mertebeya şehîdiyê. Li herêmê operasyon bi biryardarî dewam dikin."