Fatih Gazioğlu
24 Nîsan 2019•Rojanekirin: 24 Nîsan 2019
Li nêzî qeraxên Çeşmeya navçeya Îzmirê 31 koçberên bedestûr ên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Yewnanistanê bibin, hatin girtin.
Tîmên Fermandariya Asayîşa Qeraxan li bakurê Karaadayê nêzî qeraxên navçeya Çeşmeyê bota lastîk a ku biyanî tê da bûn, dan sekinandin.
Di botê da jin û zarok jî di nav da 18 kesên ji Filistînê, 8 kesên ji Sûriyeyê û 4 kesên ji Iraqê bi tevahî 31 kes hatin girtin.
Tîman koçber anîn keştîgeha Çeşmeyê.
Hat ragihandin ku piştî karûbarên fermî ew ê koçberên bêdestûr teslîmê Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr bikin