Tirkiye

Li Îzmirê 5 kesên piştgirî didan endamên PKK/KCKya rêxistina terorê hatin girtin

Mustafa Güngör  | 28.11.2023 - Rojanekırın : 28.11.2023
Li Îzmirê 5 kesên piştgirî didan endamên PKK/KCKya rêxistina terorê hatin girtin

Izmir

 Li Îzmirê 5 şikbarên tê îdiakirin piştgiriyê didin endamên PKK/KCKya rêxistina terorê û malbatên wan hatin binçavkirin.

Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê dijî kesên ku piştgiriyê didin endamên rêxistinê yên li ser navê PKK/KCKyê çalakiyê dikin, ji ber sûcê terorê di girtîgehê da ne û malbatên wan lêpirsîn da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da 5 kesên di nav da serokên Komeleya Çand û Ziman ya Avestayê û Komeleya Alîkariyê ya Girtî û Malbatên Girtiyan jî heye hatin binçavkirin.

Ji bo kesekî firar jî bê girtin xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.