Ali Korkmaz
21 Gulan 2024•Rojanekirin: 22 Gulan 2024
Îzmir navend li 9 parêzgehan di operasyona dijî rêxistina terorê DHKP-C/MLKPyê da ji 40 berşikên der heqê wan da biryara binçavkirinê heye, 30 jê hatin qefaltin.
Di kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê da ji hêla Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Îzmirê û Serokatiya MÎTê, navend Îzmir li 9 parêzgehan li dijî dabînkarên fînansî yên rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin.
Di vê çarçoveyê da ji 40 berşikên der heqê wan da biryara binçavkirinê heye, 30 jê hatin qefaltin. Eşkere bû, ji 10 berşikên mayîn 5 jê li dervayî welêt in, 2 jê di girtîgehê da ne, 3 jê jî ekîb dixebitin ku wan biqefêlin.