Mehmet Yavaş
08 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2024
Li peravên Ayvacika navçeya Çanakkaleyê 40 koçberên bêdestûr yên ji Efxanistanê hatin girtin.
Hêzên Ewlehiya Qeraxan agahî hildan ku komeke koçberên bêdestûr di boteke lastîk da li peravên Ayvacikê xwe dane ser behrê.
Keştiya Ewlehiya Qeraxê "TCSG-84" û Bota Ewlehiya Qeraxê "KB-20" çûn herêmê, û 40 koçberên bêdestûr yên ji Efxanistanê hatin girtin.
Ekîban piştî miemeleyan koçberên bêdestûr şandin Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê.