Bülent Mavzer
24 Sibat 2025•Rojanekirin: 25 Sibat 2025
Li Îdirê piştî ketina berfê rêyên 75 gundên ku hatibûn girtin, hatin vekirin.
Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajarê Îdirê ji bo vekirina rêyên herêmê xebatan didomînin.
Ekîban di nava 2 rojan da rêya 75 gundên ser navendê û yên li ser navçeya Tuzlucayê ji berfê paqij kirin û vekirin.
Mixtarê gundê Gulluceya ser navçeya Tuzlucayê Yusuf Tosun diyar kir, rêyên gund ên ku du roj berê ji ber ketina berfê hatin girtin, hatin vekirin û wiha dewam kir, "Xwedê ji dewleta me û amirên me yên saziyan razî be, em ji ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr razî ne, her hebin û silamet bin."
Mixtarê gundê Karakoyunê Yucel Çelîkten jî wiha axivî, "Xwedê zewalê nede dewleta me. Berf hê nabare, demildest rêyên me tên vekirin, dema ku nexweşekî me çêdibe, makîneyên kar demildest tên, ji ber vê em qet mexdûr nabin."
Li herêma ku berf lê dibare û bager e, ekîb dixebitin.