Necmettin Karaca
04 Sibat 2024•Rojanekirin: 23 Sibat 2024
Li Mûradiyeya navçeya Wanê qismekî Şelaleya Muradiyeyê ya ku ji aliyê gelek turîstên xwecî û biyanî va tê ziyaretkirin, di sir û seqemê da qerimî.
Şelale her demsal jî xweşik e û ji aliyê gelek kesan va tê ziyaretkirin. Zivistanê jî ava şelaleyê ji binê berfa spî va diherike.
Li navçeyê ji ber ku germa hewayê 18 pile ket binê sifirê, qismekî şelaleyê qerimî. Welatiyên ku tên ber şelaleyê, wêneya şelaleyê dikişînin. Dar û berên derdora şelaleyê jî qiravî girtiye.
Aybuke Kilinçarslana ku ji Bodrumê hat Muradiyeyê, diyar kir ku zivistana herêmê jî xweş e.
Kilinçarslanê diyar kir, wan şelale gelekî eciband û wiha dewam kir, "Me ev der gelekî eciband. Berî niha em çûbûn Pamukklayê, me ev der şibande wê derê. Ez hêvî dikim ku kê were vê derê, wê biecibîne. Divê her kes were van deran bibîne. Her derê welatê me gelekî xweş e."
Ezel Ezgîn jî got ku divê her kes Şelaleya Muradiyeyê bibîne û wiha axivî, "Bi rastî jî xweş e, ez pêşniyaz dikim ku her kes were vê derê bigere. Her demsal xweş e."