19 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) operasyona asîmanî bir ser mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker ên hatin tespîtkirin ku ji bo êrîşa ser qereqol û herêmên baregehê yên li sînor di amadehiyê de ne. Di operasyonê de 4 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn de der heqê operasyona asîmanî yên li dijî herêma Zap û Avaşîn/Basyanê ya li bakurê Iraqê de agahî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de agahiya "Li herêmên bakurê Iraqê yên wekî Zap û Avaşîn/Basyanê bi wesiteyên keşf û çavdêriyê mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker ên ku ji bo êrîşa qereqol û herêmên baregehên me yên li xeta sînor di amadehiyê de ne hatin tespîtkirin. Di operasyonê de bi tevahî 4 terorîst hatin berterefkirin."
Hat ragihandin balafirên ku beşdarî operasyonê bûn di nav ewlehiyê de vegeriyan baregehên xwe.