20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê di agahdarkirina heftane da qala xebatên ku li hundir û derveyê welêt dijî PKKya rêxistina terorê û têkoşîna li bakurê Sûriyeyê dijî terorê tê dayîn kir û agahî weşand.
Hat gotin ku operasyonên di navbera 12 û 18ê cotmehê de ji bo berterefkirin û paqijkirina derên mensûbên PKKê yên ku li Hekarî, Şirnex, Sêrt, Diyarbekir û li bakurê Iraqê ji xwe ra wek baregeh û stargeh diemilînin, dest pê kiribû didomin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di operasyonên li Uludereya navçeya Şirnexê, Baykana navçeya Sêrtê, Hanî û Lîceya Diyarbekirê, kampên terorîstan yên Zap û Avaşîn/Basyana bakurê Iraqê tên kirin de tên kirin da 2 qaşo lîder jî tev 45 terorîst hatin berterefkirin.
Di encama operasyonan de 3ê tivingên piyade, tivingeke nîşangir, rokêtavêj, 4 tivengên neçîrê, 2 demance, 156 kîlo amonyum nîtrat, 5 bombeyên destan, 330 cureyên çekên biçûk û gelek muhimat hatin bidestxistin.
Di encama operasyonan de 16 teqemeniyên ku bi dest hatibûn çêkirin, 19 mewzî, baregeh, şikeft û depo jî hatin îmhekirin.
Di operasyona dijî fînansmana rêxistinê terorê hat kirin, 354 pakêt cixareyên qaçax, 42 telefon, 7 hezar û 756 serî kirkirk, hezar û 37 kîlo esrar û 82 kîlogram jî maddeya hişbirê hatin bidestxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 16 hezar û 96 kesên dixwestin bi reyên dereqanûnî bikevin welêt jî hatine qefaltin. Hat diyarkirin ku di operasyonan de 4 leşker jî şehît ketin, 35 leşker jî birîndar bûne.