17 Gulan 2016•Rojanekirin: 17 Gulan 2016
VAN
Li Îpekyoluya navçeya Wanê li hember PKKya rêxistina terorê serê sibê operasyoneke ku ji hewayê jî piştgirî tê dayîn, hat kirin.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê, tîmên Şaxa Tekoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr, tîmên Tevgera Taybet û 500 polês beşdarî operasyonê bûn.
Operasyon li taxa Hacibekirê hat kirin, firokeyan jî ji hewayê piştgirî da polêsan. Di operasyonê de li 19 navnîşanan lêgerîn hat kirin.
Di lêgerînan de 12 kes hatin binçavkirin, 6 keleşên lûledirêj, 8 şarjor, teqemenî û muhîmat hatin dîtin.
Operasyon dewam dike.