25 Tebax 2020•Rojanekirin: 25 Tebax 2020
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li çolwarê Başqeleya navçeya Wanê di operasyona ekîbên cendirmeyan da terorîstek hat berterefkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da li çolwarê Wan-Başqeleyê yekîneyên Herekata Taybet a Cendirmeyan (JOH) ên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr operasyon kirin û hat gotin ku di pevçûna ku derket da terorîstek hat berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku bi terorîst ra tifinga peyadeyan a M-16, gelek cebilxane hat bidestxistin û li herêmê operasyon dewam dike.
Di daxuyaniya Walîtiya Wanê da hat destnîşankirin ku li kirê Taxa Barişê ya navçeyê li dijî rêxistina terorê PKK/KCKyê operasyon tê meşandin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Di encama xebatên îstixbarî yên deşîfrekirina fealiyetên mensûbên rêxistina terorê PKKyê da di operasyona ku 25ê Tebaxa 2020an hat lidarxistin da dora saet 07.30an mensûbekî rêxistina terorê tevî çeka xwe hat berterefkirin."
Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku operasyonên ji bo ewlehî û aramiya gel, bi piştgiriya gel tên lidarxistin, dê bênavber bidomin.