Enstitûya Lêkolîna Erdhejê û Çavdêrxaneya Kandilliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê ragihand ku erdhej di saet 13.58an de çêbû û navenda erdhejê gundê Karahana li ser navçeya Mûradiyeyê ye.
Li gor agahiyan di erdhejê de zirar negihîştiye can û malê tu kesî.