11 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2016
VAN
Li Wanê Grûbekê operasyona li dijî rêxistina terorê kir behane û xwest ku çalakiya bêdestûr li dar bixe. Polêsan midaxaleyî komê kir û 13 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, li ser bangewaziya HDP û DBPê grûb li ser kolana Beşyolê civiya. Grûb ji bo operasyona ku duh li navçeya Edremîtê hat kirin û tê da polêsek cangorî bû 12 mensûbên rêxistina terorê hatin kuştin, xwest heta Bûlwara Ferît Melenê bimeşe û operasyonê protesto bike.
Hêzên ewlehiyê hişyarî dan ku grûb bela bibe, lê hinek ji komê kevir avêtin û polês jî midaxale kir. Polêsan bi ava tazyîq û xaza îsotê va midaxale kir û grûb belayî sikakan bû. Xwepêşandêran zirar da hin kargehan jî.
Di bûyeran da 13 kes hatin binçavkirin.