11 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Mêrê Menfiye Donata kurd û birayê wê di êrîşa terorê da cangorî bûn û kurê wê jî li Sûra navçeya Diyarbekirê polês e. Donat dixwaze teror xilas bibe.
Donata 45 salî li navçeya Qulpê, taxa Îslamkoyê rûdinê û daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Donatê got ku mêrê wê gundparêz bûye û di 1996an da li têketina navenda navçeyê pê li mayîna ku endamên PKKya rêxistina terorê bi cih kiribûn kir û cangorî bû.
Donatê daxuyand ku dîsa endamên PKKya rêxistina terorê di 2007an da Kenan Şîmşekê birayê wê cangorî kir û tiyê wê jî di êrîşeke terorê da bû xazî.
- 'Kurê min ji bo yekîtî û yekparetiya dewletê polêstî tercîh kir'
Donatê ragihand ku wê zarokên xwe sêwî mezin kirin û kurekî wê digel li zanîngehê perwerdeya mamostetiyê hilda jî, wî ji bo yekîtî û yekparetiya dewletê polêstî tercîh kir û nêzî ev 40 roj in di operasyonên li navçeya Sûrê da wezîfe hildaye. Donatê wiha dewam kir:
"Mêrê min di 1996an da pê li mayînê kir û cangorî bû, bûyereke pir dilsoj bû. Paşê birayê min cangorî bû, jina wî 5 zarokên wî sêwî man. Ez bi du zarokan va bî mam. Tiyê min jî di pevçûnan da giran birîndar bû. Niha hişê wî ne li serî ye, nizane çi dike. Kurê min zanîngeh xwend, li vê derê polês e. Şev û roj li Sûrê wezîfedar e. Ez dixwazim aştî çêbe, bila dayîk negirîn."
- 'Derdê terorîstan tu wextî kurd nebûn'
Donatê got ku terorîst tu wextî nefikirîn û destnîşan kir ku ew jî kurd e. Donatê xwest ku bila êdî terorîs destê xwe ji welêt bikêşin û wiha dewam kir: "Ev kar ne meseleya kurdan e. Êdî bes e."