11 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2016
HELEB
Hat ragihandin ku li Helebê jetê ûris êrîşa esmanî birin ser dibistaneke li bajaroka Anjarayê û di êrîşê da 8 jê xwendekar 17 kes mirin, 25 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji ekîbên parastina sivîl hat hildan, jetên şer ên ûris li bajaroka Anjaraya rojavayê Helebê êrîşî dibistan û xaniyekî sivîlan kir û di êrîşa esmanî da 17 kes mirin, 25 kes birîndar bûn.
Hat gotin ku ji 17 kesan 8 jê xwendekar, mamosteyek, 8 kesên din jî ji malekê ne. Çavkaniyan got ku ekîbên parastina sivîl xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomînin û gotin ji ber ku rewşa birîndaran giran e, dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.