VAN
Li Gurpinara navçeya Vanê servîsa xwendekaran û qamyonetek li hev qelibîn û di qezayê de 8ê wan xwendekar 9 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, minîbusa bi pîlaqeya 27 N 4265 û Eyup Alaş diajot, ji gundê Çakimliyê xwendekar dibirin navenda navçeyê û qamyoneta ku bi pîlaqeya 65 KA 057 û Îsmaîl Guneş diajot li ser rêya Hakkarî-Vanê li kîlometreya 20emîn a li ser rêya Van-Gurpinarê li hev ketin.
Di qezayê de ajokarê mînîbusê Alaş û ji xwendekarên ku emrê wan di navbera 10 û 14 salan de ne Ayfer Balci, Fatma Kapan, Behîcan, Yilmaz, Veysel, Dîlan, Fatîh û Murat Alaş birîndar bûn.
Xwendekarên ku bi alîkariya welatiyan ji minîbusê hatin derxistin û bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Vanê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.