VAN - NECAT HASAR
Ekîba ku ji aliyê Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr ve hat avakirin, bi taybetî ji bo mudaxelekirina bûyerên xeniqînê dixebite.
Ekîba Motorîze, li nav bajêr li cihên ku ambûlans nikarin biçinê û li perava golê ji bo mudaxeleyê hazir in.
Ekîba ku ji doktorek û personelekî tendirustiyê pêk tê, li cihên ku ambulans nikare biçê mirovan xelas dikin.
Midurê Miduriyeta Tendirustiyê yê Bajêr Bîlal Acar, da zanîn ku ji bilî ekîba motorîze bi ambulansên bipalet û bi ambulansa firoke jî xizmetê didin û ji bo anîna ambulansa behrê jî dixebitin.
Welatî jî vê xizmetê diecibînin û ji ekîbê re spasiyan dikin.