Li Çanakkaleyê ciwana 21 salî ku piştî xwîn rijiya li ser mêjiyê wê mir, lêbelê wê bi organên xwe can bide 6 kesan.
Nurce Gîzem Erdemîr ku di 5ê îlonê de li malê ji aliyê dayika wê Nurcen Erdemîr ve jihişketî hate dîtin û ew rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Çanakkale Onsekîz Martê lê mixabin nehate xelaskirin. Li ser mirina mejiyê keçikê malbata wê biryar da ku organên wê bibexşîne.
Ji organên ciwana 21 salî kezeba reş, pişik, perdeyên çavan û her du gurçik wê bi ameliyatê werin hilanîn û ji nexweşxaneyên cûr bi cûr re bên şandin.