VAN
Li Vanê 5 kîlometre di bin erdê de bi lerza 4,1ê erdhejek qewimî.
Li gor agahiyên ku ji Enstîtuya Lêgerîna Erdhej û Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê hatin hildan li Wanê di seat 00.40an de erdhejeke bi lerza 4,1ê qewimî.
Navenda erdhejê gundê Atmacaya li ser Vanê ye û erdheja mezinahiya wê 4,1 e 5 kîlometre di bin erdê de çêbû. Hat diyarkirin di erdhejê de tu ziyan çênebû.