TUNCELÎ
Walî Guner daxuyanî da nuçegihanî AAyê û wiha got: "Em dil û hembêza xwe ji gelî xwe re vedikin û em hewl didin ku gelê me jî dil û hembêza xwe ji heval, hogir û xizmên xwe re veke."
Walî Guner diyar kir ku sala 2014an ji bo Tunceliyê dê bibe destpêkek. Walî got ku rêbejahiya Tuncelî û Elazigê digihine hev dê wek 3ê şerît çêbikin û 115 milyon lîre li vê rêyê here.
Walî Guner da zanîn ku rêbejahî ya Tuncelî-Pulumur û Erzîncanê îsal di bernameya veberhênanê de ye û maliyeta wê jî 500 milyon lîre ye. Walî wiha dewam kir: "Ev xebatana di heman demê de navûnîşana pêvajoya çareseriyê, pira biratiyê û pîra dilan e. Ez dixwazim vê bi gelê Tunceliyê re parve bikim.