VAN
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (OBPya Wanê) ji bo ku "Taştêya Wanê" bibe marqe serî li Enstituya Patentan a Tirkan (EPT) da.
Di taştêya Wanê de 20 cure xwarinên wekî "Penîrê bi pincar" yê ku tê de 30 cure giyayên bi bêhn yên herêmê hene, "mirtoxeya" ku bi qelandina ar, rûnê nivîşk û hekan tê çêkirin, "qawûta" ku bi genimê di nav rûnê nivîşk de qelandî tê çêkirin, cî digire.
OBPya Wanê ji bo ku çanda taştêyê ya ku êdî bi bajarê dîrokî re bûye yek bide tesdîqkirin, xebat da destpêkirin û serî li Enstituya Patentan a Tirkan (EPT) da.
Serokê OBPya Wanê Necdet Takva daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo ku taştêya Wanê bê tescîlkirin heya niha tu xebat nehatiye kirin û got ku li ser vê yekê me jî şertnameya teknîk a temînatê ya taştêya Wanê amade kir û pêşkêşî Enstituya Patentan a Tirkan kir.
Takva destnîşan kir ku hin bajar bi nirxên xwe navdar dibin lê heta niha tu bajar bi danekî xwarinê navdar nebûye û got ku Wan bi danê taştêya xwe navdar e û divê taştêya ku digel Tirkiyeyê li cîhanê jî tê nasîn di bin temînatê de bibe.
Takva da zanîn kir ku heke patentê bigrîn êdî tu kes nikare xurekên ku li gor standartan nînin di bin navê "Taştêya Wanê" de pêşkêş bikin û diyar kir ku dê taştêya Wanê bi şertnameyeke teknîkî bixin bin temînatê.
Takva got ku marqebûyîn dê rê bide ku li bajêr kalîte û reqabet zêde bibe û bi vî awayî dê nirxa Wanê bikeve ewlehiyê. Takva eşkere kir ku dê xebatên xwe yên ji bo nasandina taştê berdewam bikin.