Haydar Şahin
27 Adar 2019•Rojanekirin: 29 Adar 2019
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr li Perwariya navçeya Sêrtê 6 ajokarên wesayîtan ên ji ber berf û bagerê asê mabûn xilas kirin.
Hifzullah Canpolatê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li Perwariyê ji ber berf û bagera ku 2 roj e dewam dike di çûyîn û hatinê da pirsgirêk derdikevin.
Canpolat destnîşan kir ku ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr piştî xebata ku 5 saetan dewam kir 6 ajokarên ji ber berf û bagerê di rê da asê mabûn xilas kirin.
Canpolat diyar kir ku bi 40 wesayît û 50 makîneyan va xebatên paqijkirina berfê didomînin.