19 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona li dijî MLKP û TKP/MLya rêxistinên terorê da 16 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, operasyon di kordînasyona Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Stenbolê da hat kirin û li giştiyê welêt polêsan di heman demê da avêt ser 20 navnîşanên ku pêş da hatibûn kifşkirin.
Di operasyonê da 16 gumanbar hatin binçavkirin. Li navnîşanên ku polêsan avêtin ser, lêgerîn hat kirin. Di lêgerînê da sê demançe, gelek muhimat, dokumanên rêxistinî û alavên dîjîtal hatin bidestxistin.
Bersûcên ku hatin girtin, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekiyê hatin kontrolkirin û pişt ra ew birin Midûriya Emniyetê ya Stenbolê.