09 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 10 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Stenbolê ji bo deşîfrekirin û astengkirina fealiyetên PKK/KCKê xebat da destpêkirin.
Di çarçoveya xebatê da herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilat di serî da di operasyonên terorê da ji bo girtina kesên ku navê wan di materyalên dîjîtal da derbas dibin û ji bo girtina kesên ku li Stenbolê li ser navê rêxistina terorê fealiyetê dikin, xebat hat kirin.
Ekîban ji bo girtina 17 kesan operasyon kir û 10 gumanbar binçav kirin.
Di operasyonê da lêgerîn hat kirin û gelek dokumanên rêxistinî û alavên dijîtal jî hatin bidestxistin.