Li Stenbolê operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê
Di operasyonê da 13 kesên biyanî hatin binçavkirin
Istanbul
Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 13 gumanbarên biyanî hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê li ser îstixbarata gelek gumanbarên biyanî yên ku li ser navê DEAŞê li Sûriye û Iraqê herêmên pevçûnê fealiyet kirine û bi rêyên dereqanûnî ketine welêt û lêgerîna çalakiyê dikin xebat dan destpêkirin.
Ekîban di çarçoveya lêpirsîna navborî da li 8 navçeyan operasyona hemandem birin ser 16 navnîşanan û 13 endamên rêxistinê yên biyanî hatin girtin.
Di lêgerînên li navnîşanan da gelek belgeyên rêxistinî û melzemeyên dijîtal hatin bidestxistin.
Miameleyên gumanbaran ên li ewlehiyê dewam dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.