Muhammed Gencebay Gür,İlyas Kaçar,Mustafa Hatipoğlu
03 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2023
Li tevahiya bajêr şeveqa sibehê mij ket erdê û zêde bû. Şofêr ji ber mijê tengasiyê dikişînin.
Mij li Tengava Stenbolê û derdora wê ket erdê û li tevahiya bajêr bela bû.
Li aliyê Ewropayê Sariyer, Beşîktaş, Bebek û qeraxê Arnavutkoyê, li aliyê Anadoluyê jî Beykoz, Umraniye, Kadikoy, Uskudar, Çekmekoy, Ataşehîr, Sultanbeyli û Sancaktepe di binê mijê da mane. Ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû û şofêr hêdî dajon.

Li derdora Pireya Fatîh Sultan Mehmet, li Hîsara Anadoluyê, Kanlica û qeraxên Çubukluyê jî cî bi cî mij heye.
Li gor danezana Xetên Bajêr, ji ber mijê seferên Beykoz-Sariyer, Sariyer-Kadikoy, Anadolu Kavagi-Rumelî Kavagi-Sariyer, Maltepe-Girav, Aşiyan-Hîsara Anadoluyê-Kuçuksu (Rîng), Bostanci-Karakoy-Kabataş, Bostanci-Moda-Kadikoy-Kabataş, Kuçuksu-Îstînye, Uskudar-Aşiyan, Rumelî Kavagi-Emînonu, Anadolu Kavagi-Uskudar, Çengelkoy-Îstînyeyê nayên kirin.

Di Tengava Stenbolê da çûyîn û hatina keştiyan jî ji ber mijê şeveqa 1ê rêbendanê ji trafîkê ra hatibû girtin.
Qerebalixiya trafîka bajêr ji saet 08.30î pê va li gor Nexşeya Qerebalixiya Trafîkê ya ÎBByê ji sedî 60 hat pîvan.