Burak Akay
03 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2023
Geliyê Çeneqeleyê ji ber mija zêde çûn û hatina keştiyan hat girtin.
Li herêmê ev sê roje ku mij heye û mesafeya dîtinê ya li ser behrê ji ber mijê pir kêm e.
Midûriyeta Xizmetên Trafîka Keştiyan a Geliyê Çeneqeleyê ji ser bêtêlê qaptanên keştiyên ji alî başûr û bakur va wê bên, hişyar kir û ragihand ji ber mija zêde heta demeke berwext Geliyê Çeneqeleyê ji derbasbûna keştiyan ra hat girtin.
Hat gotin ku dema mij ji holê rabe çûn û hatina keştiyan wê serbest be.