İbrahim Atmaca
10 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2021
Li ser rêya D-100î texma Çiyayê Boluyê baran dibare, mij çêbûye û di çûyîn û hatinê da tengasî çêdibe.
Li Çiyayê Boluyê bişev baranê dest pê kir û bi navber dibare.
Serê sibê mij jî çêbû û mesafeya pêşdîtinê li xaçerêya Abantê, Seymenler, Bakacak û Karanlikdereyê heta 15 mêtreyan kêm bû.
Şofêrên ku ji rêya D-100î ra diçin, ji ber baran û mijê hêdî hêdî derbas dibin.
Ekîbên trafîkê hişyariyê didin şofêran ku mesafeya teqîbê biparêzin, bi lez neçin û guh bidin îşaretên trafîkê.