Türkan Tosun
10 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2021
Li 7 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber biryara sînordarkirina derketina derva ya ku ji bo tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tê dîtin, kuçe, kolan û meydan xalî bûn.
Di çarçoveya giştînameya Wezareta Karên Navxweyî da li tevahiya welêt di 9ê çileya paşîn roja înê ji saet 21.00î da sînordarkirina derketina derva dest pê kir û wê di 11ê çileya paşîn roja duşemê saet 05.00ê da dawî bibe.
Di çarçoveya sînordarkirina derketina derva da li Erzirom, Erzincan, Qers, Tuncelî, Agirî, Erdexan û Îdirê kuçe, kolan û meydan xalî man.
Hêzên ewlehiyê ji ber sînordarkirinê kolanên sereke di serî da li hemû deveran kontrolên xwe didomînin.
Ekîb wesayîtan jî didin sekinandin û belgeyên şofêr û rêwiyan kontrol dikin.