Önder Beyter
10 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2021
Li welatên Amerîkaya Latîn pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) û her wiha hejmara kesên ku ji ber vîrusê dimirin zêde dibin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, di rojekê da 1171 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 202 hezar û 631ê, bi tesbîtkirina 62 hezar û 290 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 8 milyon û 75 hezar û 998an.
Li welêt her wiha hejmara kesên baş bûn jî derket 7 milyon û 144 hezar û 11an.
- Meksîka
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Meksîkayê, di 24 saetên dawîn da 1135 kes mirin, 16 hezar û 105 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara miriyan derket 133 hezar û 204an, ya pêketiyan derket milyonek û 524 hezar û 36an û ya başbûyiyan jî derket milyonek û 143 hezar û 254an.
- Arjantîn
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Arjantînê, di rojekê da 144 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 44 hezar û 417an, bi tesbîtkirina 11 hezar û 57 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 714 hezar û 409an.
Her wiha li Arjantîna ku nifûsê wê 45 milyon e, milyonek û 504 hezar û 330 kes jî baş bûn.
- Kolombiya
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Kolombiyayê, di rojekê da 353 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 45 hezar û 784an, bi tesbîtkirina 15 hezar û 795 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket milyonek û 771 hezar û 363yan. Her wiha milyonek û 609 hezar û 564 kes jî baş bûn.
- Perû
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Peruyê, di 24 saetên dawîn da 68 kes mirin, 2 hezar û 49 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara miriyan derket 38 hezar û 213an, ya pêketiyan derket milyonek û 32 hezar û 275an û ya başbûyiyan jî derket 968 hezar û 355an.
- Şîlî
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Şîliyê, di rojekê da 63 kes mirin û bi vê va hejmara miriyan derket 17 hezar û 37an, bi tesbîtkirina 4 hezar û 361 pêketiyên nû va jî hejmara pêketiyan derket 637 hezar û 742yan. Her wiha 599 hezar û 604 kes jî baş bûn.