Li Stenbolê barana gur tê payîn
Walîtiya Stenbolê: "Divê hember rewşên neyinî yên wekî lehî, rabûna avê, birûsk, bayê gur a dema şiliyê da, tengasiyên çûn û hatinê baldar û bi tevdîr bin"
Istanbul
Walîtiya Stenbolê ragihand ku li bajêr sibê ji êvarê pê va barana gur tê payîn.
Di daxuyaniya walîtiyê ya ji ser hesabê NSosyalê da hat diyarkirin ku li gor nirxandinên Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê sibê ji êvarê pê va ji bo Stenbolê barana gur tê payîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin tê texmînkirin ku li hawirdora Stenbolê rojên duşem û sêşemê ba ji aliyê başûrê rojava va bê û hat gotin ku "Divê hember rewşên neyinî yên wekî lehî, rabûna avê, birûsk, bayê gur a dema şiliyê da, tengasiyên çûn û hatinê baldar û bi tevdîr bin."
